Antolojiya Edebiyata Kurdî, bi vî beşê xwe yê duwemîn, asoya Ziman û Edeba Kurdî berfirehtir dike. Di vî beşî de rengînî û pirdengiya edebiyata kurdî şênbertir dibe û yekcar vediguheze okyanûseke edebiyatê ya kûr û bêbinî; ji rohilatê welêt bigire heya roavayê welêt; çi bakur û çi jî başûr; rûpelên antolojiyê; bi nivîsên zaravayên kurdî yên, kurmancî, dumilî û soranî tên dagirtin. Agahiyên ku di navê de ne, me hildide ser milên xwe û me dibe li nav welêt û carina jî sirgûniyê vedinişîne; geh dike mêvanê xemgînî û endîşeyê, geh jî yê kêfxweşî û henekê. Antolojiya Edebiyata Kurdî - II, jî dê mîna cildê yekemîn dewsa valahî û kêmaniyên ku hene tijî bike, dê qelîş û birînên ku li ser dilê ziman û edeba kurdî vebûne, bi hêza zanîn, nivîsar, çîrok, şihîr û pênûsşorên ku di nava xwe de hewandiye, bicebirîne. (Tanıtım Bülteninden) )
Dönem içi en ucuz fiyat: 26 Haziran 2022 tarihinde 36
Dönem içi en pahalı fiyat: 11 Ocak 2025 tarihinde 240
Fiyat Arşivi internetteki fiyatları toplayıp önünüze getirir. Çeşitli satıcılardaki fiyat geçmişlerini görüp en ucuz fiyatları bulmanızı sağlar. Sitede herhangi bir ürün satışı yapılmamaktadır. Her türlü görüş, destek ve önerileriniz içiniletisim@fiyatarsivi.com